Li Bakurê Kurdistanê tê zanîn ku di demên dawî de guherbariyia avhewayê heye, barîna baranê didome. Bi hatina biharê re berfa li çiyayan jî dest bi hliandinê kir.
Li bajarên wekî Dîlok, Semsûr û Kilîsê ji ber barana gur lehî rabû.
Ji ber lehiyê rê, kolan, mal û kargeh di bin avê de man.
Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyê ji bo 16 parêzgehên Bakurê Kurdistanê hişyariyê da.
Piştî vê hişyariyê, li bajarê Dîlok, Semsûr û Kilîsê baraneke lehiya baranê rabû.
Li hinek gundên navçeya Nurdaxiyê ya Dîlokê çeman di ser re avêt.
Ji ber rabûna avê rê, mal û kargeh di bin avê de man.
Li navenda Semsûrê jî piştî barana gur lehî rabû. Ji ber lehiyê rê hatin girtin û gelek otomobîl di nav avê de asê man.
Li Kilîsê jî di saetên êvarê de baran zêde bû. Ji ber lehiyê cade û kolan di bin avê de man û di çûn û hatina trafîkê de pirsgirêk çêbûn.
Li Dêrsimê ava Çemê Munzurê bilind bû
Li Dêrsimê jî ji ber baranê û helîna berfê asta ava Çemê Munzurê bilind bû. Ji ber rabûna avê, rêya di navbera Dêrsim û navçeya Pilûrê de ji çûn û hatinê re hat girtin.
Hat zanîn ji ber baranê Çemê Munzurê di ser re avêtiye.
Rêya Dêrsim, Pilûrê û Zerenikê ya di navbera kîlometreyên 15 û 60î de, piştî saet 15:30î ji çûn û hatina wesayîtan re hatiye girtin.
Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyê di derbarê van lehiyan hişiyarî da gelek bajaran.