Di salvegera yekemîn a koçberkirina ji Efrîn û Şehbayê de, şêxên eşîran û koçberan daxwaza vegera ewle li herêmên xwe kirin.
“Koçberî ne tenê guhertina demografîk e lê sûcekî şer e”
Şêxê eşîra Şêxan Ednan Şêxo anî ziman ku koçberî ne tenê guhertina demografîk e, lê sûcekî şer e ku şêniyan ji kok, dîrok û erdê wan dûr dixe.
Her wiha nasnameya çandî û dîrokî ya herêmê jî îmha dike û got:
Ednan Şêxo: Tu cudahî di navbera gelê sûriyê de tune ye
“Em hemû Sûriyî ne, tu cudahî di navbera Kurd, Ereb, Xiristiyan û Durziyan de tune ye, hemû gelê Sûriyê xwişk û bira ne.”
“Em daxwaza mafê xwe yê vegera bi rûmet dikin”
Şêx Endnan Şêxo di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku ew daxwaza mafê xwe yê vegera bi rûmet li mal û milkên xwe dikin.
Menal Şêxo: Ev saleke em ji Şehbayê koçber bûne
Menal Şêxo jî diyar kir ku ev saleke ew ji Şehbayê koçber bûne û qala hemû zehmetiyên xwe yên koçberiyê kir.
Şêxo Îbrahîm: Vegera ewle mafekî mirovî û nîştimanî ye
Di heman demê de Şêxo Îbrahîm destnîşan kir ku daxwaza wan ew e ku bi rûmetî vegerin ser axa xwe û malên xwe.
Şêxo Îbrahîm di dawiya axaftina xwe de bang Rêxistina Mafê Mirovan kir û got ku vegera ewle mafekî mirovî û nîştimanî û dest jê nayê dayîn.