Komîteyê diyar kir ku sînordarkirin û astengkirina PDK`ê ji rojnamevanan re dewam e.
CPJ’yê di peyama xwe de wiha got:
“Hêzên ewlehiyê êrişî ekîbeke Channel 8 kirin û ekîba kanala NRT jî binçav kir.
Her wiha rê li ber dezgehên din yên ragihandinê girtin ku xwepêşandanan bişopînin.”
CPJ di daxuyaniya xwe de teqez kir ku divê rojnamevan bi azadî û bê astengî bixebitin, da ku rastiyê eşkere bikin.
Di heman demê de, Rêveberê Navenda Metro Rehman Xerîb jî êrişa li ser tîmên ragihandinê li gundê Lacan şermezar kir û wiha axivî:
“Êrişa li ser rojnamevanan êrîşekî li dijî yasayê ye.”