Îro di derdora saet 12'ê nîvroyê de, 3 kesan êrîşî Balyozxaneya Îsraîlê ya li navçeya Beşîktaşê ya Stenbolê kir.
Li gorî ragihandina Tirkiyê di navbera êrîşkaran û parêzvanên balyozxaneyê de, bi qasî 10 deqeyan pevçûnek rûdaye.
Mudiriyeta Emniyetê ya Stenbolê ragihand ku ji êrîşkaran kesek hatiye kuştin û 2 jî bi birîndarî hatine bêbandorkirin,
Hat diyarkirin ku di bûyerê de 2 Polîs jî birîndar bûne.
Wezîrê Dadê Akin Gurlek, ragihand ku ji bo bûyerê, alîkarê serdozger û du dozgerên giştî hatine erkdarkirin û lêpirsîn hatiye destpêkirin.
Gurlek, li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtalê, ev daxuyanî da:
"Di Der barê raporên dengê çekan li derdora balyozxaneya Îsraîlê ya li navçeya Beşîktaşê ya Stenbolê de, Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê tavilê lêpirsîn da destpêkirin.
Cîgirê serdozger û du dozgerên giştî ji bo lêpirsînê hatine erkdarkirin; dozgerên me yên giştî tavilê çûn cihê bûyerê û dest bi lêpirsînên xwe kirin.
Her wiha Wezareta Karên Hundir a Tirkiyê nasnameya êrîşkarên ku êrîş li dijî balyozxaneya Îsraîlê ya li Stenbolê pêk anîne, eşkere kir.
Wezaretê bê ku navê DAIŞ'ê bide di daxuyaniyekê de got ku 3 êrîşkar hetine girtin û kesê bi navê Yunus E.S. kuştî hat girtin û da zanîn ku têkiliyên wî bi rêxistineke terorîst a ku olê îstismar dikin re hebû.
Her wiha her du kesên din jî, Onur C. û Enis C., ku bi birîndarî hatine girtin, birayên hevin û berê bi sûcên narkotîkê hatine sûcdarkirin.
Erdogan: Em ê nehêlin ku atmosfera baweriyê têk biçe
Di der barê vê êrîşê de, Serokomarê Trkiyê Receb Tayîb Erdogan jî daxuyaniyek da.
Erdogan da zanîn ku ew ê li dijî terorîzmê şer bikin û ew ê nehêlin ku atmosfera baweriyê têk biçe.
Li gorî agahiyên ku hatine belavkirin, niha li balyozxaneya li Stenbolê û li balyozxaneya li Enqereyê jî ti dîplomatên Îsraîlî nîn in.