Li Kobanê çalakiyeke nû hatiye destpêkirin

Li bajarê Kobanê çalakiyeke nû ji bo parastina navê resen ê bajêr hatiye destpêkirin. Grûpeke jin û mêr bi hev re serkêşiya vê çalakiyê dikin, ew tabloyan li ser dîwarên Kobanê çêdikin. Pêşniyara destpêkirina vê çalakiyê ji aliyê jina nûhatî Rohilat Derwîş derketiye. Rohilat ji Nûçe TV re got ku ew dixwazin çand û navê bajarê xwe biparêzin, di heman demê de ew dixwazin bajarê xwe xweştir bikin. Di vê dema dawiyê de, saziyên Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê, bi taybetî yên parêzgeha Helebê, di cihê navê Kobanê de, navê Eyn el-Ereb di belge û tabloyên fermî de bi kar anîbûn, ev yek jî bû cihê nerazîbûnê di nav gelê Kurd de.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Navê bajarê xwe bi rengên Kurdî xemilandine.

Li kêlek nav jî dilek hatiye danîn.

Êdî ev nav û ew dil li gor vê xêzkirinê girêdayê hev tê dîtin, ew jî li gor serkêşên vê çalakiyê.

Çalakî bi pêşniyara jineke nûhatî dest pê kiriye

Jineke nûhatî ya Kurd ji Kobanê xwediya pêşniyara destpêkirina vê çalakiyê ye.

Rohilat Derwîş da xuyakirin ku ew dixwazin navê bajarê Kobanê biparêzin û bajarê xwe xweş bikin..

Rohilat Derwîş: Em dixwazin çand û navê bajarê xwe biparêzin 

Li ser dîwarên bajarê Kobanê tablo tên kişandin, her tabloyek çend name û peymana li xwe digire.

Welat xortekî Kurd e ji vî bajarî, dibêje navê vî bajarê ne Eyn el-Ereb e lê nav Kobanê ye...

Welat: Navê bajarê me ne Eyn El-Ereb e ev der kobanê ye

Tabloya azadî jî beşek e ji vî karê ku ji aliyê vê grûpê ve tê kirin, zarokek jî li kêlek vê tabloyê sekiniye.

Navê Kurdistan jî li ser tabloyeke din hatiye neqşandin, êdî her tabloyek tiştek dibêje.

Helbesta riya Kobaniyê bi dar e di 1977'an de hatibû hûnandin

Rêya Kobanê bi dar e yek ji helbestên helbestvanê Deşta Sirûcê Feqîr Ehmed e..

Dema ev helbest bû stran êdî her peyvek bû balindeyeke û dest bi firînê kir. helbestê sînorê cih û demê derbas kir.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye