Cengiz Çandar: Em jî dipirsin gav çima nayê avêtin?

Parlementerê DEMê yê Amedê Çengîz Çandar dibêje, “Hikûmet di avetîna gavên şenber de dudil e.”

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Pêvajoya Çareseriyê yê di navbera dewleta Tirkiyê û PKKyê de saleke li du xwe hîştiye. Piştî gavên şenber yê PKKê niha jî çav rê lê ye û li bendê ye ku hikûmet gavên berbiçav bavêje û pêvajoyê pêş bixe.

Parlementerê Partiya DEMê yê Amedê Cengiz Çandar ji Ajansa ANFyê re li ser rewşa dawî ya pêvajoyê nirxandinan kir û daxwaza avêtina gavên şenber kir.

"Li gorî min, em hîn di destpêkê de em bi pêş ve neçûne. Li gor min Dewlet ji aliyê avêtina hin gavan ve dudil e. Sedema vê dudiliyê jî fêhm nakim. Komîsyonê hîn jî karê xwe yê esasî nekiriye. Haya serkêşê komîsyonê Serokê Meclîsê Nûman Kûrtûlmûş jî ji vê heye. Çend roj berê li Amedê em bi hev re bûn, li wir anî ziman ku haya wî ji pêvajoyê heye, komîsyon wê di demeke gelekî nêz de karê xwe temam bike û gavê biavêje.

Hinceta avabûnê ya komîsyonê û gavên jê têne hêvîkirin bi esasî li ser du bingehan e: Ya yekemîn derxistina çarçoveya qanûna vegerê.

 Ya duyemîn nirxandina hin guhertinên li qanûna înfazê ye. Mebest ji qanûna vegerê bi gotina wan karê li ser 'rêxistina terorê ya fesixbûyî' ye.

Parlamenterê Amedê yê DEM Partiyê Cengîz Çandar di axaftina xwe de nirxandinên Duran Kalkan yê li ser pêvajoyê bibîr dixe û dibêje:

“Eger em li Dûran Kalkan vegerin, di wir de hevokeke gelekî girîng heye: 'Rêyeke din a alternatîf nîne, em ê giraniyê bidin ser vê pêvajoyê'. Lewma di rêya ber bi çareseriya pirsgirêka Kurd de vê gavê li ber destê me amûrek û rojevek nîne." Kalkan di heman demê de dibêje, 'Em derbasî dema duyemîn' dibin. Bi qasî ku min fêhm kir, Tevgera Kurd a ku diviyabû bikira kiriye, niha dor a dewletê ye. Ji wê derê gavek tê hêvîkirin, lê hîn nayê avêtin. Eger hûn bipirsin bê çima nayê avêtin, ya rast ez jî heman pirsê dikim.

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye