Li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê hikumeta federal ji nû ve dest bi xizmetên xwe dike.
Îro Serok Donald Trump pêşnûmeya budceyê ku ji Senato û Meclîsa Nûneran derbas bû, îmze kir.
Trump li ser mijarê wiha axivî: "Dema ku em nêzî hilbijartinên nîv-term û tiştên din dibin, ji bîr nekin ku wan çi bi welatê me kirine."
Trumpê ku bi berdewamî sûcê girtina hikûmetê xistibû stûyê Partiya Demokrat wiha dom kir:
"Wan ev tenê ji ber sedemên siyasî kir."
Bi vê encamê pêşnûma bû qanûn û dawî li sekinandina xizmetên hikumeta federal hat anîn.
Ji ber ku Komarger û Demokrat ji bo butçeyê li hev nedikirin, hikumeta federal nikaribû xebatên xwe bidomîne.
Di vê peroseya bi krîz a 43 rojan de, hikûmeta federal çalakî û xizmetên kêm kiribû, karên ne-esasî rawestandibû û gelek kesan ji kar derxistibû.
Ji meha borî û vir ve 1.4 mîlyon karmendên federal di betlaneya bê mûçe de bûn.
Krîza dawî bi taybetî bandorê li seferên hewayî yên li seranserê welêt kiribû û gelek sefer hatibûn betalkirin.
Bi vê pêşnûmayê wê hikumet heta 30ê Çileyê vekirî bimîne û ji vê demê şûn ve divê her du partî careke din li ser mijarê li hev bikin.