Li Qamişlo xwepêşandan li ber ofîsa NY hat lidarxistin

Li bajarê Qamişlo Koçberên Serê Kaniyê li ber ofîsa Neteweyên Yekbûyî xwepêşandan li dar xistin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Di xwepêşandanê de, daxwaza mafê vegera bi ewle hat kirin.

 

Koçberên Serê Kaniyê dane xuyakirin ku ew ji cotmeha 2019`an ve, bi darê zorê hatine koçberkirin, lê heya niha kilîtên deriyên malên wan bi wan re ne.

 

Di xwepêşandanê de, hat diyarkirin ku kilîtên deriyên malan, ne bi tenê nîşana mal û mlikên wan e, lê belê ew îrade û xwesteka wan a vegerê nîşan dide, ku ew tu carî dest ji Serê Kaniyê bernadin.

 

Di 9`ê Cotmeha sala 2019`an de, Artêşa Dewleta Tirk û komên cîhadîst ên çekdar êrîşî ser Serê Kaniyê û Girê Spî kiribûn û ji wê demê û heya niha ew her dû navçe hatin dagîrkirin û piraniya şêniyan jî hatin koçberkirin.

 

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24