Di çarçoveya amadekariyan de, dikeyên pêşandana hinaran û berhemên hinaran hatin amadekirin.
Her wiha Banga beşdarbûnê li cotkaran jî hate kirin ku bi berhemên xwe beşdar bibin.
şêniyên ji seranserê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo beşdarbûnê hatin vexwendin.
Festîval dê sibê bi şahiyekê dest pê bike. Wê tê de çalakiyên hunerî û çandî jî werin lidarxistin.