Di çarçoveya operasyonên leşkerî yên Artêşa Tirkiyê de li ser sînorên Başûrê Kurdistanê, beriya 8 salan rêyên sereke yên 14 gundên bi ser bajarokê Derkarê yê Zaxoyê ve, bi temamî hatibûn girtin.
Ji ber van êrîş û rûdanên leşkerî, gundî bi neçarî ji warên xwe koçber bûn û di vê heyamê de nekarîn serdana gund û milkên xwe bikin.
Li gorî zanyariyan, di navbera Rêveberiya Derkarê û Artêşa Tirkiyê de lihevkirinek çêbûye.
Di encama vê lihevkirinê de, Ajansa Roj News`ê ragihand ku duh piştî nîvro rêya sereke ya herêma (Geliyê Pizaxayê) ji bo çûnûhatina welatiyan hatiye vekirin.
Gundî tenê bi roj dikarin derbasî gundên xwe bibin
Vekirina rê, ne bi awayekî asayî ye û çend mercên tund li ser hatine danîn.
Welatî tenê dikarin di nava rojê de û di navbera saet 07:00-18:00 de derbasî gundan bibin.
Mayîna bi şev li gundan qedexe ye.
Rê tenê ji bo ku cotkar û xwediyên baxçeyan bikaribin karên xwe yên çandiniyê bikin, hatiye vekirin.
Mafê welatiyan nîne ku bi mayînde vegerin malên xwe, gundên xwe ji nû ve ava bikin an jî lê bi cih bibin.