Duh bi şev kampa Azadî ya partiyên Rojhilatê Kurdistanê, bi dronan hate bombebarankirin.
Di encama êrîşê de ti zirarên canî çênebûn.
Hat ragihandin ku bi 5 dronan, êrîşî kampa Azadî ya li ser sînorê bajarokê Koye, ya ku malbat û endamên partiyên Rojhilatê Kurdistanê lê niştecih in, hat kirin.
Yek ji dronan ji aliyê balafireke hevpeymaniya navneteweyî ve, hat teqandin.
Çar dronên din jî li derdora kampê teqiyan, lê zirarên canî çênebûne.
Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê, têkildarî êrîşên dewleta Îranê yên li ser partî û welatiyên Rojhilat ên li Başûrê Kurdistanê, daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku rejîma Komara Îslamî ya Îranê, ji bo veşartina şikestinên xwe yên siyasî, leşkerî û stratejîk, êrîşên bi dronan dibe ser têkoşerên Rojhilatê Kurdistanê yên li Herêma Başûrê Kurdistanê ne.
Ev êrîş nîşaneyên bêçaretî û lawaziya rejîmê ya li hemberî guhertinên herêmî ne.
Hevpeymaniyê destnîşan kir ku şerê ku niha derketiye, encama siyaseta bi dehan salan a destdirêjî, destwerdana di karûbarên welatan de û piştgiriya terorîzmê ye û wiha lê zêde kir:
“Ev siyaset bû sedem ku hem aboriya Îranê hilweşe, û hem jî Komara Îslamî ber bi lûtkeya rûxandinê ve bibe.”
Heta niha 21 kesan di van êrîşan de jiyana xwe ji dest dane
Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê amarên ji despêka şer ve eşkere kirin, ew jî ev in:
Rejîma Komara Îslamî, zêdetirî 700 caran serweriya xaka Îraqê binpê kiriye, û Herêma Başûrê Kurdistanê kiriye armanc.
Di nav de, zêdetirî 150 êrîşên rasterast birine ser kampên penaberên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê.
Di encama van sûcan de, heta niha 21 kes şehîd bûne, ku 10 ji wan têkoşer û endamên Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê ne.
Hevpeymaniyê anî ziman ku, ew armancgirtina balyozxane, kampên siyasî û cihên niştecihbûna sivîlan, weke binpêkirina “Peymana Cenevreyê” û sûcê şer dibînin.
Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê bang li welatan, Neteweyên Yekbûyî û navendên navneteweyî kir, ku li hemberî êrîşên dewleta Îranê xwedî helwesteke cidî û pratîk bin û wiha anî ziman:
Em bang li hemû hemwelatiyên xwe yên li derveyî welêt dikin, ku bi şêweyekî yekgirtî û berpirsiyartiya neteweyî, li kolan û pêşberî balyozxane û navendên biryardayînê bibin dengê xebat û berxwedana neteweya me.
Em pêşwaziyê li her cureyekî hevkariyê li gel aliyên Kurdî, partî, rêxistinên civaka sivîl û alîgirên azadî û dadperweriyê dikin, ku piştgiriya doza Kurdên Rojhilatê Kurdistanê bikin, û sûcên rejîma Komara Îslamî rûreş bikin.
Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê di dawiyê de got ku, êrîşên dewleta Îranê vîna wan naşikîne û baweriya wan a bi rewabûna xebata ji bo rizgariya Kurdistanê û rûxandina vê rejîmê hîn bihêztir dike.
Êrîşên Îranê li ser têkoşerên Rojhilatê Kurdistanê Ji 28´ê Sibatê ve destpêbûye.
Di 27´ê Nîsanê de, bi 2 dronan êrîşî Kampa Azadiyê hatibû kirin, ev kamp a jin û zarokên Pêşmergeyên PDK-δyê ye.
Di heman rojê de, Kampa Sûrdaşê jî bi 2 dronan hatibû bombebarankirin.
Kampa Sûrdaşê kampa hevbeş a malbatên Pêşmergeyên Komelaya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê û Komelaya Zehmetkêşên Kurdistana Îranê ye.