Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê pêşniyara ku Cejna Newrozê bibe fermî hat kirin.
Zorlu: Xebatên ku Newroz bibe cejineke fermî tê kirin
Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Dad û Bipêşketinê (AK Partî) Kurşad Zorlu, bal kişand ser pêvajoya fermîkirina Newrozê û wiha got:
"Rewşeke wisa heye ku Newroz bibe cejna fermî û em niha xebatên xwe yên di vî warî de dimeşînin.
Em bi niyet in ku di nava mehên pêş de piştî ku me li gel komîteyên xwe yên rayedar dan vê biryarê pêk bînin.
Înşallah îradeya me ya di vî alî de heye û di demeke nêzîk de dê bigihêje encameke berbiçav."
Temellî: Em hêvîdarin ku Newroz bibe cejineke fermî
Di heman çarçoveyê de, Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî diyar kir ku wan pêşniyar li Parlamentoya Tirkiyê kiriye ku Newroz bibe betlaneya fermî û wiha anî ziman:
"Ez hêvîdar im ku cejna Kurdan a Newroz ku nîşaneya têkoşîn û berxwedanê ye û bi salan e were pîroz kirin bibe cejneke fermî.
Em hêvî dikin ku Parlamento di demeke nêzîk de li ser vê mijarê bixebite.''
Serokwekîlê Koma DEM Partiyê li ser helwesta (AK Partî) û gotinên Kurşad Zorlu wiha gotinên xwe temam kir:
"Ev helwesteke erênî ye. AK Partî û partiyên din dikarin piştgiriyê bidin pêşniyara me ku Newroz bibe cejneke fermî."
Serokwekîlên Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî û Gulistan Kiliç Koçyîgît li gel Parlamenterê Amedê yê CHPyê Sezgîn Tanrikulu xwestibû ku Newroz di astadewletê de bi awayekî fermî were naskirin ku hemû welatî bikarin bi azadî vê cejnê pîroz bikin.