Siyamend Efrîn li ser hesabê xwe yê X`ê derbarê Vegera Koçberên Efrînê de got:
"Di warê pêkanîna berpirsiyariya me ya mîrovî û erkê me li hemberî gel û ji bo dewam kirina hewldanên ku hatine kirin ji bo vegera koçberan wê sibe karwanê duyem xelkên me yê koçber berê xwe didin bajarê Efrînê."
Siyamend Efrîn anî ziman ku ev gav li ser esasê gavên berê ku hatin avêtin û wiha got:
"Ev gav piştî nirxandina erênî ya vegera karwanê yekemîn yê ku li cih û warên xwe bi cih bûne pêk tê.
Dê sibê demjimêr 6 ê sibehê de li cihê kombûnê li Çarxerêya Yûsif Gulo ya li bajarê Qamişlo karwanê ku ji 200 malbatê pêk tê di riya M4 berê xwe didin bajarê Efrînê."
Siyamend Efrîn got ku ji bo vegereke bi ewle ya gelê Efrînê hewildanên wan berdewamin û wiha domand:
"Em ji gelê xwe yê ku navê xwe qeyd kirine û di nav vê karwanê de ku babendî bi cih û demê bikin, ji bo pêkanîna vê gavê di dema xwe de amade bin."