Îro 89 sal li ser Komkujiya Dêrsimê derbas dibin, ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatibû kirin, û tê de 14 hezar kes hatibûn kuştin.
Hîna komkujiya ku di serhildana Araratê de nehatibû jibîrkirin, dewleta Tirk êrîş bir ser Kurdên Elewî yên li Dêrsimê.
Li Dêrsimê komkujiyeke mezin li ser Kurdan hat pêkanîn.
Vê komkujiyê hêrsa gelê Kurd zêde kir û bû sedem ku bi pêşengiya Seyîd Riza, Serhildana Dêrsimê dest pê bike.
Di sala 1937’an de, Ataturk yasayek bi navê ‘Ji nû ve bi cihkirin’ derxist.
Ev yasa taybet ji bo rewakirina koçberkirinê, guherîna demografî û pişaftina Kurdan û netewên din ên li Tirkiyê bû.
Di sala 1935’an de dest bi koçberiya bi darê zorê ya Kurdan hat kirin, ew ji cih û warên xwe hatin koçberkirin, û berê wan dan rojavayê Tirkiyê, û li şûna Kurdan Tirk bi cih kirin.
Dewleta Tirk piştî koçberkirinê, navê Dêrsimê guherî ‘Tuncelî’.
Ji vê siyasetê re (siyaseta Tirkkirinê) tê gotin, û di warê yasayên navneteweyî de jî wekî sûcê cenosaydê tê hesibandin.
Di Çileya 1937’an de, Kurdên Dêrsimê nameyeke nerazîbûnê ji hakimê navçeyê re şandin.
Lê li şûna ku bersiv were dayîn, dest bi girtina rûspiyan hat kirin, û ew gulebaran kirin.
Vê nêzîkatiya dewletê hişt ku Serhildana Dêrsimê ya bi pêşengiya Seyîd Riza vegere serhildaneke çekdarî.
Seyîd Riza wê demê bang li serokê eşîran kir ku yekîtiya xwe ava bikin, û li dijî dewleta Tirk rabin.
Serhildana gel dest pê kir.
Li gelek cihan şer û pevçûn derketin.
Şer berdewam kir, Artêşa Tirk 25 hezar leşker û çekdarên xwe li Dêrsimê kom kir, û ji bo bêdengkirina serhildanê ferman da wan.
Li her cihekî berxwedanî bihata nîşandan, bi tank, top û balafiran ew gund û bajêr wêran dikirin, û xelkê deverê di qetlîaman re derbas dikirin.
Di komkujiya Dêrsimê de zêdetirî 14 hezar kes hatin kuştin
Li gorî çavkaniyan zêdetirî 14 hezar kes hatin kuştin, hin çavkanî jî diyar dikin ku zêdetirî 35 hezar kes hatine qetilkirin.
Her wiha 12 hezar kes bi darê zorê hatin koçberkirin.
Seyîd Riza û 10 rêhevalên wî hatin girtin.
Di 15’ê Mijdara 1937’an de li Elezîzê hatin darvekirin û heta niha jî cihê gora wî ne diyar e.
Komkujiya Dêrsimê 4’ê Gulana 1937’an dest pê kir, her çiqas di sala 1938’an de dewletê ragihand ku wan dawî li serhildanê aniye, lê bi awayekî veşartî heta sala 1939’an ango piştî raperînê, komkujiyên li Dêrsimê di bin serkêşiya Generalê Tirk Abdullah Alp Dogan de berdewam dikirin.
Di vê komkujiyê de hemû cure çek hatin bikaranîn, heta yekem car bû ku çekên kîmyewî li dijî Kurdan li Dêrsimê hatin bikaranîn.