Li gorî lêkolîna ku hatiye kirin li Tirkiyê 34 zimanên pêkhateyên cuda hene lê tenê li dibistanên perwerdehiyê zimanê tirkî fermî ye, di sala hîndekarî û perwerdehiya sala 2025-2026`an de 34 ziman dê dîsa di bin siya zimanê tirkî de werin tune hesibandin.
LI Tirkiyê sala 1924`an de bi zagona Tevhid-i Tedrisat hemû saziyên perwerdehiyê xistin wênerîna dewletê û hemû medreseyên ku bi zimanên cuda perwerde didan hatin girtin. Medreseyên ji bo ziman hizmeta Kurdan dikirin jî hatin girtin.
Plana Şerq Islahat hîn li ser Kurdan tê ferzkirin
Bi pilana Şerq Islahat 1925`an kurdî li hemû saziyan hat qedexe kirin û bi teza Dîroka Tirk û Teoriya ziman a Rojê 1930 hat îdea kirin ku hemû ziman koka xwe ji tirkî digrin û hatin înkar kirin.
Bi vekirina dibistanên Leylî (YÎBO) ku wekî dibistanên pişaftin tên naskirin hemû zarokên Kurdan ji rastiya wan û zimanê zikmakî durxistin.
Di pêvajoya Çareseriya Demokratîk de 2013`an li hin zanîngehên wekî Artûklu, Çewlîk, Mûş, Colemêrg û hin zanîngehên din beşên Kurdî hatin vekirin. Lê dîsa dibistan hatin mohrkirin û qedexeyên li ser ziman berdewam kir.
Xalên destura bingehîn a Tirkiyê li ser erdî li hev nakin
Xala 42`an a Destûra Bingehîn a Tirkiyê diyar dike ku divê tu kes ji mafê perwerdehiyê bêpar nemîne lê di benda dawî de dibêje “Ji xeynî Tirkî bi tu zimanên din di saziyên perwerdehiyê de nayê bikaranîn” û li pêş zimanê zikmakî dibe asteng.
Navenda Lêkolînên Qadê ya Sosyo Polîtîkê di tebaxa 2025`an de li 23 bajaran anketa li ser zimanê dayikê amade kir. Di anketê de, ji sedî 97,9 beşdaran xwest di hemû beşên dibistanên Tirkiyê de zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdeyê.
Rêxistina Çand û Perwerdehiya Neteweyên Yekbûyî UNESCO 21`ê Sibatê wekî roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê ragihand. Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê êdî vegeriya ye roja serhildan û daxwaza neteweye û civakên cîhanê.
Li Tirkiyê duyemîn ziman herî zêde pê tê axiftin kurdî ye
Di sala 2022`an de Ethnologue li ser rewşa zimanên li Tirkiyê lêkolîn kir. Di lêkolîna Ethnologue de hat diyarkirin ku li Tirkiyê 85 milyon mirov dijî û piştî zimanê Tirkî zimanê ku herî zêde mirov pê diaxive Kurdî ye.
Di cotmeha 2012an de di pêşengiya KURDÎ-DERê de li navçeya Rezan a Amedê li navçeya Cizîr a Şirnexê li navçeya Gever a Colemêrgê dibistanên seretayî yên bi zimanê Kurdî hatin vekirin. Lê piştî ku dibistan vebûn, bi demeke kurt bi fermana walîtiyên bajaran deriyên dibistanan hatin mohirkirin.
Di 2002`an di serî de Zanîngeha Yuzuncu Yil zêdeyî 10 hezar xwendekarên zanîngehan ji bo mafê perwerdehiya zimanê zikmakî li 7 zanîngehên Tirkiyê daxwazname dan rektoriya zanîngehan.
Ji wan xwendekaran 84 xwendekar hatin girtin. Di nava wan de 39 xwendekar ji zanîngehan hatin avêtin û 504 xwendekar jî ji bo demekê hatin dûrxistin, li xwendekarên din jî piranî cezayên cuda hate birîn.
Daxwaza zimanê zikmakî li Tirkiyê her sal zêde dibe
Parlamenterên Partiya Demokrasî û Aştiyê (BDP) di sibata 2011an de piştî kampanya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) 1 milyon û 100 hezar îmze kom kirin û pêşkêşî Meclisa Tirkiyê kirin.
Di pêşengiya KURDÎ-DER`ê de li Wanê 16 hezar, li Sêrtê 800 hezar, li Colemêrgê 10 hezar, li Stenbolê 30 hezar, li navçeya Cizîr ya Şirnexê 20 hezar û 250 daxwazname kom kirin û şandin ji Wezareta Perwerdeya Netewî re.
Di pêşengiya saziyên ziman de her sal bi hezaran Kurd dadikevin qadan û bi daxuyaniyan daxwaza perwerdehiya zimanê zikmaki dikin.