ŞER DI NAVBERA EŞÎRA HERKÎ Û PDK DE DERKET

Li nêzîkî Hewlêrê, şer di navbera eşîra Herkî û hêzên PDK’ê de derket.

reset font size increase font size

 
Li bajarokê Xebat ê girêdayî parêzgeha Hewlêrê, şer di navbera eşîra Herkî û hêzên PDK`ê de derket û di vî şerî de RPG, BKS, bombe û Klaşînkof hatin bikarînîn.

Her wiha wesayitên girêdayî hêzên PDK`ê hatine şewitandin, kesekî jiyana xwe ji dest da û çekdarên eşîra Herkî çend kes jî dîl girtin.
 
Ji aliyê xwe ve jî, serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî banga rawestandina şer kir.

Li hember de, fermandarê leşkerî ya eşîra Herkî, Ethem Herkî, got ku dibe şer derbasî navçeyên Behdînanê bibe, lê ew naxwazin şer berfireh bibe û daxwaz dikin ku ev şer bidawî bibe.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24