Talebanî: Divê rêz li hemberî taybetmendiya Rojava bê girtin

Serokê Yekîtiya Nîştmanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî duh li Silêmaniyê pêşwaziya Balyozê Rûsyayê yê li Iraqê Elbrus Kutraşev kir.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

 

Serokê YNK’ê Bafil Talebanî ku bi Balyozê Rûsyayê yê li Iraqê re hevdîtin kir, geşedanên li herêmê nirxand û derbarê Rojava de wiha got, “Divê rêz li taybetmendiya Rojavayê Kurdistanê were girtin û mafên gelê me di çarçoveya destûrek nû de werin parastin."

Di hevdîtinê de rewşa giştî ya Herêma Kurdistan û Iraqê hate nîqaşkirin. Her wiha tekezî li ser pêwîstiya berdewamiya diyaloga avaker di navbera aliyan de ji bo çareserkirina pirsgirêkan û parastina aramiya li Rojhilata Navîn hat kirin.

Derbarê hilbijartinan de, civînê tekezî li ser lidarxistina hilbijartinên zelal, dadperwer kir ku parastina mafên hemûyan garantî bike û bibe sedema vejîna bêhtir ya welat.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye