Nêçîrvan Barzanî: Herêma Kurdistanê wê bi ti awayî nebe beşek ji şerê li herêmê

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand ku Başûrê Kurdistanê wê bi ti awayî nebe beşek ji şer û aloziyên li herêmê.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî serpereştiya civîneke bilind a leşkerî û ewlehiyê kir.

Di civînê de êrişên bi dron û mûşekan ên li ser Başûrê Kurdistanê hatin şermezarkirin û daxwaz ji Bexdayê hat kirin ku rê li ber wan êrîşan were girtin.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di civînê de Wezîrê Pêşmergeyan, Wezîrê Karên Navxwe, Sererkanê Pêşmergeyan û fermandarên bilind amade bûn.

Di civînê de bi hûrgilî bipêşketinên ewlehiyê yên dawî yên herêmê, encamên şer û bandorên wê yên metirsîdar ên li ser Başûrê Kurdistanê hatin gotubêjkirin.

Nêçîrvan Barzanî di civînê de dubare kir ku Başûrê Kurdistanê wê bi ti awayî nebe beşek ji şer û aloziyan.

Her wiha Barzanî tekez kir ku parastina aramiya welêt wê di rêza yekem a karan de be.

Serokê Herêmê da zanîn ku wê bi ti awayî rê neyê dayîn ku xaka Başûrê Kurdistanê bibe çavkaniya gef û metirsiyê ji bo Komara Îslamî ya Îranê yan her welatekî din ê cîran.

Di wê çarçoveyê de tekezî li ser wê yekê hat kirin ku Hikûmeta Federal a Îraqê berpirsyar e ku erka xwe bi cih bîne ji bo rêlibergirtina wan êrişan, dîtin û cezakirina encamderên wan.

Her wiha di civînê de gelek rêbazên ji bo xurtkirina parastina asayîş û aramiya Başûrê Kurdistanê û şêwaza dezgehên ragihandinê ya li gel rûdan û pêşhatan hatin dayîn.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye