Artêşa Tirk li Batufayê rêya gundan girt

Artêşa Tirk di saetên sibehê de rêyên sereke yên gelek gundên li sînorê bajarokê Batîfa ya Dihokê girtin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Artêşa Tirk rêyên sereke yên gundê Şîdinê, Keşanê, Şîlanê, Evlehû, Pîrbila, Bandorê û Bankê yê bajarokê Batîfa ya navçeya Zaxo ya Dihokê girtin,rê nedan welatî û cotkarên herêmê biçin ser zevî û baxçeyên xwe.

Heta niha ti daxuyaniyên fermî têkildarî vê liv û tevgera leşkerî ya artêşa Tirk li herêmê nehatine dayîn.

Hikûmeta Herêma Başûrê Kurdistan û Iraqê jî heta niha bêdengin.

 

 

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24