Li paytextên gelek welatan dengê "Na Ji Darvekirinê re" bilind dibe.
Welatiyên Îran û Rojhilatê Kurdistanê ku ji ber rewşa nav Îranê, ji welatê xwe derketine û li welatên din bicih bûne, nerazîbûna xwe li hember siyaseta Komara Îslamî tînin ziman.
Di dawiya meha gulana Îsal de saziya Efûyê ya Navneteweyî AMNESTY rapora xwe ya salane derbarê cezayê darvekirinê de belav kir.
AMNESTY eşkere kir ku di sala 2025'an de li seranserê cîhanê de 2hezar û 707 kes hatine bidarvekirin, di nav vê hejmarê de, bi tenê li Îranê 2 hezar û 159 kes hatine bidarvekirin.
Saziya navneteweyî dibêje 78% sêdaredan li gor salên berî xwe zêde bûye.
Ji sala 1981’ê û heta niha, hejmara herî zêde ya ku hatiye tomarkirin a sala 2025’an bûye.
AMNESTY da xuyakirin ku di sala 2026’an de Îranê bikaranîna vê cezayê zêdetir kiriye.
Di 6 mehan de 47 welatiyên Kurd hatine darvekirin
Her roj li vî welatî nûçeyên îdamekirinê tên belavkirin, rêxistinên mafên mirovan û çalakvanên dijî hikûmetê, girtin û sêdaredanê belge dikin.
Rêxistina Mafê Mirovan a Hengawê ku rewşa Îran û Rojhilatê Kurdistanê dişopîne, rapora xwe ya taybet bi 6 mehên destpêka vê salê belav kir.
Hengaw di rapora xwe de ragihand ku di van 6 mehên destpêkê de 46 welatiyên Kurd hatine bidarvekirin.
Her wiha 290 welatiyên Kurd di xwepêşandanên meha Çileyê de hatine kuştin.
Di çalakiyên nerazîbûnê yên meha Çileya îsal de 23 zarok û 24 jinên Kurd hatine kuştin.
Bi awayekî rasterast bi guleyên hêzên hikûmetê 5 welatiyên din ên Kurd hatine kuştin.
Herî kêm di van 6 mehan de 6 kolber hatine kuştin û birîndar bûne.
Girtina zêdetir ji 10 hezar welatiyên Kurd ku nasnameya 861 kesan hatiye eşkerekirin.
Herî kêm 71 zarok û 69 jin hatine girtin.
Li gor Rêxistina Hengaw ya Mafê Mirovan 27 welatiyên Kurd bi 106 sal, 3 meh û 17 rojan bi girtina di zindanê de hatine cezakirin.
Li Rojhilatê Kurditanê navê Komara Pet û Sêdare li Komara Îslamî ya Îranê tê kirin.
Tevî ku ev çend meh in Îran di bin agir û dorpêça Amerîka û Îsraîlê de ye, lê desthilatdarên vî welatî dest ji sêdaredan, davekirin, Îdamkirin û girtinê bernadin.