Di 16'ê nîsana 1988'an de, deverên Balîsan û Şêx Wesananê yên ku ser bi Parêzgeha Hewlêrê ya Başûrê Kurdistanê ve ne, ji aliyê hêzên rejîma Baasê ya hilweşiyayî ya Îraqê ve hatin kîmyabarankirin.
Di encamê de gelek kes şehîd bûn û gelek jî birîndar bûn.
Xizmên qurbaniyên çekên kîmyewî wiha gotin:
"Îro salvegera 39'emîn a êrîşa kîmyewî ya li ser herêma me ye.
Tiştên ku heta niha ji bo gel hatine kirin, tenê bîranîna bûyer û qurbaniyên wê ne.
Wekî din qurbaniyên ku li vir hatine dayîn, xizmeta wan nehatiye kirin."
Her wiha Xizmên qurbaniyan diyar kirin ku her çend kîmyabaranê li ser sînorê wan gelek qurbanî çêkiribe jî, lê li rex qurbaniyan gelek zirar û bandoreke pir xirab li ser jîngeha herêmê kiriye.
Xizmên qurbaniyan di dawiyê de rexne li Hikûmeta Îraqê kirin û gotin ku, divê Hikûmet bi cidî li vê herêmê binêre û herêmê paşguh neke.