Peyama Abdullah Ocalan ji bo Newroza 2026’an

Di pîrozbahiya Newrozê ya Amedê de peyama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat xwendin. Di peyamê de wiha hate gotin: "Di destê me de ye ku em îsal Rojhilata Navîn veguherînin saleke rasteqîn a azadiyê. Îhtîmala aştiyê zêde dibe.” Her wiha Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan diyar kir ku ew dikarin Rojhilata Navîn veguherînin bexçeyê azadiyê.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Di pîrozbahiya Newrozê ya Amedê de peyama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat xwendin.

 

Kurdiya peyamê ji aliyê Veysî Aktaş ve ku salên dirêj li Girtîgeha Îmraliyê bi Abdullah Ocalan re mabû û ya bi Tirkî ji aliyê aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Medya Aslanê ve hate xwendin.

 

Peyama Abdullah Ocalan wiha ye:

 

"Di destê me de ye ku em îsal ji bo tevahiya gelên Rojhilata Navîn veguherînin saleke rasteqîn a azadiyê."

 

Destana Newrozê bi hezar salan e ku ji aliyê gelên Rojhilata Navîn ve wekî cejna vejînê, berxwedanê û biharê tê pîrozkirin.

 

Sembol û kesayetiyên Newrozê giyanê vê herêmê nîşan didin.

 

Dehaq temsîla pergala şaristaniya dewletîn e marên li ser milên wî ku her roj mêjiyê du ciwanan dixwin hovîtiya dewleta Asûrî temsîl dikin, Kawayê Hesinkar remza berxwedana li dijî zilmê ye.

 

Şerên olî, mezhebî û çandî yên ku hezar sal in li Rojhilata Navîn berdewam in, derba herî mezin e li çanda jiyana hevbeş a di navbera gelan de.

 

Her ku her nasname û her bawerî hewl dide vekişe hundirê qalikê xwe û yê din bike dijmin û bi vî awayî hebûna xwe bidomîne, dûrketina di navbera gelên me de kûrtir dibe.

 

 Nirxên me yên hevpar û çanda me ya hevpar tên paşguhkirin, cudahiyên me wek sedema şer tên dîtin.

 

Bi awayekî rojane israra li ser domandina polîtîkayên kevnar li herêmê karesatek bi xwe re aniye.

 

Parçebûnên ku ji ber polîtîkayên tepeserkirin, înkar û dijminatiyê yên ku nemaze li Rojhilata Navîn hatine afirandin, mixabin îro ji bo destwerdanên emperyal wek hincet hatine dîtin.

 

Her çi qas şerên olî û mezhebî yên ku sê sedsalan li welatên Ewropî dewam kirin bi Peymana Westfalya ya sala 1648’an hatibin çareserkirin jî, berdewamiya heta îro ya van pevçûnan li Rojhilata Navîn ji bo gelên me bûye sedema trajediyên kûr."

 

 

Abdullah Ocalan: Îhtîmala aşitiyê zêde dibe

 

 

Her wiha di peyama Abdulllah Ocalan de hat gotin ku rûpelên veşartî yên dîrokê derdikevin holê, îhtîmala aştiyê di navbera gelan de û avakirina neteweya demokratîk zêde dibe.

 

Di peyama rêberê PKK de bal kişand ser pêvajoya Aşîtî û Civaka Demokratîk û wiha domand:

 

"Pêvajoya ku me di 27’ê Sibata 2025’an de da destpêkirin, armanc dike ku bingehên yekitiyekê li gorî ruhê Newrozê vejîne.

 

Ji bo vê yekê, divê em bawer bikin ku çand û bawerî dikarin bi hev re bijîn, em dikarin ji îdeolojiyên teng ên neteweperest derbas bibin û li ser bingeha entegrasyona demokratîk bibin yek û bi hev re hebûna xwe ava bikin.

 

Divê em vê hişmendiyê derxin holê ku em dikarin wekî di dîroka me de çêbûye îro jî li hemberî her cure şer, xizanî û hovîtiyê bi ser bikevin.

 

Newroza 2026’an bi hemû geşbûna xwe nûjenkirina vê dîrokê ye.

 

Dîrok niha derdikeve holê, digihîje firsendeke mezin ji bo hişmendiya li ser bingeha nasnameya çandî ya rastîn."

 

Dawiya Peyama Abdullah Ocalan wiha ye:

 

"Newroza 2026’an cara yekem e ku ji aliyê gelên me ve bi ruhê entegrasyona demokratîk, aştî û yekitiyê tê pîrozkirin.

 

Ez bi hemû hêza xwe piştgiriyê didim vê ruh û îradeyê û hêvî dikim ku Newroza îsal ku bi rastî jî heq dike ku wekî ‘Roja Nû’ were pîrozkirin, di salên pêş de bibe wesîleya meşa biheybet ez ji hemû gelên me re aştiyê dixwazim.

 

Ez we hemûyan bi hezkirin silav dikim."

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye