Serokê YNK'ê, di peyameke bi dîmen a propagandaya hilbijartinên Parlamentoya Iraqê de, bang li xelkê Herêma Başûrê Kurdistanê û Iraqê kir.
Talebanî di peyama xwe de, bal kişand ser derengketina hikûmeta nû ya divê were avakirin û got:
"Heta baweriya min bi lihevkirinên ji bo hikûmeteke baştir neyê, wê pêkanîna hikûmetê her bê paşxistin."
Bafil Talebanî diyar kir ku ew sozên ku dane paşguh nakin, çi gotine wê bicih bînin û nakevin nava hikûmeteke ku xizmetê ji bo xelkê nake.