Panêl, li salona Rewşenbîriyê ya Bajarê Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê bi amadebûna bi dehan nûnerên sazî û partiyan hat lidarxistin.
Beşdaran, bal kişand ser komployên navneteweyî yên li ser gelê Kurd û Rêberê damezrîner ê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha hat gotin:
“Piştî rûxandina Împaratoriya Medan, Kurd her dem di nava têkoşînê de ne.
Ya herî zehmet û bi êş jî komploya li dijî Rêber Apo bû.
Li hemberî van komployan Rêber Apo tim têkoşîn kir û bi pradîgmaya nû rêya çareseriya ya berxwedana gelê Kurd nîşan da.
Komploya li ser Rojava bi heman armancê û naverokê bû."
Herî dawî beşdaran, teqez kirin ku divê Kurd li dijî komployan xeta sêyem biparêze û pişta xwe nedin ti welatan.