Endamên Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê ya ku li Parlamentoya Tirkiyeyê hatiye avakirin 24’ê Mijdarê ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re çû Îmraliyê.
Di nava Şandeya Komisyona Pêvajoyê de Alîkarê Serokê Giştî yê AKP’ê Huseyîn Yayman, Alîkarê Serokê Giştî yê MHP’yê Fetî Yildiz û Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgîtê cîh digirt.
Şandeya ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re çûbû Girtîgeha Îmraliyê dê di 26’ê Mijdarê de agahiyan bide komisyonê.
Şande dê agahî bide komîsyonê
Hat çaverêkirin ku notên şandeyê yên derbarê hevdîtina ku nêzîkî 3 demjimêran ajot ji komîsyonê re bên parvekirin.
Piştî serdanê Serokatiya Parlamentoyê jî li ser hevdîtinê daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de hat gotin, “Li dû Banga Aştî û Civaka Demokratîk a 27'ê Sibatê, li gel daxuyaniyên li ser fesixkirina rêxistinê û danîna çekan, di çarçoveya pirsên li ser bicihanîna lihevkirina 10'ê Adarê ya li Sûriyeyê de beyanên berfireh hatine wergirtin.”
"Encamên erênî hatin bidestxistin"
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, “Ji bo yekbûna civakî, xurtkirina biratiyê û bipêşvebirina pozîtîf a pêvajoyê ya li gorî perspektîfa herêmî encamên erênî hatin bidestxistin.”
Şandeyê naveroka hevdîtina xwe ya bi Abdullah Ocalan re pêşkêşî Serokê Parlamento û Komîsyonê Numan Kurtulmuş kir.
Endama şandeyê û Parlamentera DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgîtê diyar kiribû ku serdana wan a li Îmraliyê gelekî baş û erênî derbasbûye.