Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) dê di çarçoveya banga Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de konferansa navneteweyî di 6-7`ê Kanûnê de li Stenbolê li darbixe.
Her wiha Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed jî ji aliyê Cîgirê Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tayîp Temel ve hat vexwendin.
Ger şert û merc bên bicihanîn û di heman demê de astengiyên qanûnî jî bên rakirin dê Îlham Ehmed li ser navê Rêveberiya Xweser a Demokratîk beşdarî Konferansa “Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî” bibe.
Lê eger ev şert nehatin bicihanîn, Îlham Ehmed bi awayekî din beşdarî konferansê bibe.