Li bajarê Mehabadê sê erdhej çêbûn

Îro li bajarê Mehabadê sê erdhej bi pileya 4.9, 5.1 û 3.2, çêbûn. Heta niha tu agahî li ser birîndar an jî ziyanên erdhejê nehatiye belavkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Bajarê Mehabadê, ku nêzîkî 200 kîlometreyan dûrî bajarê Yezdê yê navenda Îranê ye, rastî sê erdhejan hat.

Li gorî hin malperan erdheja yekem bi pileya 4.9 di saet 1:11ê sibehê de bi kûahiya 15 kîlometreyan çêbû.

Piştî sê deqeyan erdhejeke din bi pileya 5.1, li heman herêmê bi kûrahiya 12 kîlometreyan çêbû.

Erdheja sêyem jî bi pileya 3.2 di saet 1:42ê sibehê de bi kûrahiya 8 kîlometreyan çêbû.

Tîmên Heyva Sor, ji bo nirxandinên pêşîn bikin çûn gundên nêzîkî navenda erdhejê, lê heta niha tu agahî li ser birîndar an jî ziyanên erdhejê nehatiye diyarkirin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye