Israîl zêdetirî 24 êrîş li ser Başûrê Sûriyê pêk anîne

Ji destpêka Cotmeha 2025'an ve, artêşa Îsraîlê zêdetirî 24 caran êrîşî başûrê Sûriyê kiriye. Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê bang li rayedaran dike ku tavilê tedbîrên pêwîst bigrin.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Ji destpêka Cotmehê ve, başûrê Sûriyê rastî gelek êrîşên hêzên Îsraîlê hatiye.

 

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) eşkere kir ku zêdetirî 24 êrîş û operasyonên bi serdegirtin û girtinan re, her wiha operasyonên hilweşandina erdê, avêtina topên ronîkirinê û êrîşên hewayî yên dijwar pêk hatine.

 

SOHR di rapora xwe de, da zanîn ku "operasyon li deverên gundewarên Quneytra û Derayê belav bûne û di nav welatiyan de, tirs û nerazîbûnek berfireh çêkiriye. Di heman deme de Li ser rola Hikûmeta Sûriyê ya veguhêz di rûbirûbûna van binpêkirinan de, pirs têne kirin."

 

Herî dawî, duh di 20'ê Cotmehê de Hêzeke leşkerî ya Îsraîlê, ku ji du wesayîtên zirxî pêk dihat, li gundê Bureyqah ê li gundewarê başûrê rojavayê Quneytreyê, derbasî axa Sûriyê bû.

 

Li gorî agahiyan, hêza Îsraîlê bêyî girtin an gulebaranê li derdora gund xaleke kontrolê ya demkî danî.

 

SOHR nerazîbûna xwe li ser vê kiryarê nîşan da û got:

 

"Ev binpêkirina hevpeymana veqetendina sînorê herdu aliyan e.

 

Em bang li rayedarên pêwendîdar dikin ku tavilê tedbîrên pêwîst bigirin da ku destwerdan û binpêkirinên Îsraîlê li başûrê Sûriyê bi dawî bikin."

 

Her wiha daxwaz kir ku sivîlan biparêzin, pêşî li girtina welatiyan bigirin û lêgerînên bêserûber rawestînin.

 

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) di dawiyê de, tekez kir ku pêwîste rêz li serweriya Sûriyê were girtin û ewlehiya niştecihên deverên sînor were misogerkirin.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye