Komra Îsamî ya desthilatdar li Îranê, di binpêkirinên mavên mirovan de, di rêzên pêş de cihê xwe digire.
Ji dema destpêkirina serhildana gel a ji 28' Kanûna 2025'an ve, Dewleta Îranê li şûna ku daxwazên gel pêk bîne, êrîş û kiriyarên xwe zêdetir kirine.
Ji bo tepisandina xwepêşandanan, bi her awayî êrîş pêk anîn û bi hezaran xwepêşender kuştin û girtin.
Hêzên Ewlehiyê bi ser gundekî de girtin û bi sedan kes girtin
Her wiha li gorî raborên ku di derbarê roja 51'ê ya xwepêşandanan de hatine belavkirin, hêzên leşkerî yên dewletê, êrîşî hin gundan kirine.
Li gorî agahiyan di sibeha roja duşemê de, Hêzên Ewlehiyê bi ser gundê Tişînar yê bajarê Esed Abadê de girtin û bi sedan xelkê wî gundî girtin.
li bajarê Abdan ê parêzgeha Îlamê xwepêşandan hatin lidarxistin
Di heman rojê de jî, li gorî vîdiyoyên ku hatine belavkirin, li bajarê Abdan ê Parêzgeha Îlamê, tê de xwpêşandan xuya dikin ku bi mirina Rêberê Bilind ê Îranê Elî Xamînaî bang dikin.
Hin ajansan jî diyar kirin ku ji bo qutkirina agahiyan, Dewleta Îranê Înternêt li bajarê Abdanê qut kiriye.