Îranê cezayên bidarvekirinê yên du girtiyan bi cih anî

Rêxistina Mafên Mirovan a Hingawê nûçeya bidarvekirina du girtiyên ku di hefteya borî de hatibûn bidarvekirin eşkere kir.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Hingawê di sibeha roja sêşemê 25`ê tebaxê de, cezayê bidarvekirinê yê girtiyekî Ereb bi navê Yûsif Bawî li Zindana Spîdar a bajarê Ehwazê ve hat bicihanîn.

Yûsif Bawî 28 salî ye û ji bajarê Ehwaz ê ser bi parêzgeha Xozistanê ve ye.

Li gorî rêxistinê, ev girtî berî neh salan bi tawana kuştina bi zanebûn hatibû girtin.

Paşê ji aliyê dadweriya Îranê ve cezayê bidarvekirinê lê hat birîn.

Ji aliyekî din ve, sibeha roja duşemê 24ê tebaxê, cezayê bidarvekirinê yê girtiyê bi navê Musîb ê 38 salî ku paşnavê wî nediyar e, li Zindana Wekîlabadê ya Meşhedê hate bicihanîn.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye