Li gorî Rêxistinên Mafên Mirovan, jina bi navê Azem Kerame li girtîgeha Yasujê hat bidarvekirin.
Azem Kerame ji gundekî nêzîkî bajarê Yasujê ye û dayika 3 zarokan e.
Ew beriya 8 salan ji aliyê dewletê ve hatibû girtin.
Li gorî agahiyan, heta niha jî ne rayedarên dadwerî yên fermî û ne jî medyaya dewletê ya li hundirê Îranê, bidarvekirina vê girtiyê ragihandiye.
Dewleta Îranê, piştî sala 2025’an û digel destpêkirina şerê bi Amerîka-Îsraîlê re, pêleke berfireh a bidarevkirinan li dijî girtiyan daye destpêkirin.