Cenazeyê sînemagerê Kurd Murat Çîçek hat spartin ji bo axê

Cenazeya senarîst û sînemager Murat Çîçek ê li Japonyayê di dema binçavkirinê de bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest dabû, li Colemêrgê bi girseyî hat veşartin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Murat Çîçek di 25’ê hezîranê de li Japonyayê tev li qezayeke trafîkê dibe û piştre li navenda binçavkirinê tê ragirtin.

Balyozxaneya Tirkiyê ya li Japonyayê piştî mirina Çîçek, di 8’ê tîrmehê de agahî dabû malbatê.

Cenazeyê Çîçek roja 17’ê tîrmehê ji Japonyayê gihîşt Stenbolê û heman rojê jî şandibûn Wanê.

Otopsiya Murat Çîçek îro serê sibê li Wanê hat kirin û piştre ew birin Colemêrgê.

Cenaze li goristana Taxa Nû ya li navenda bajêr bi girseyî hat veşartin.

Parlamenterê DEM Partiyê yê Colemêrgê Vezîr Coşkûn Parlak, hevserok û rêveberên DEM Partî û DBP’ê û bi sedan welatî tev li merasîma cenazeyê bûn.

Ji bo Murat Çîçek, li mizgefta Taxa Nû şîn hat danîn û wê şîn 2 rojan bidome.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye