Heyva Sor a Kurd alîkariya Siweydayê dike

Heyva Sor a Kurd dest bi komkirina alîkariyê ji xelkê Siweydayê re kiriye û radigihîne ku navendên wan li seranserê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo komkirina alîkariyê vekirî ne.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Rêveberiya Heyva Sor a Kurd diyar kir ku ji ber şert û mercên dijwar ên li bajarê Siweydayê, pêdiviyeke lezgîn bi piştgiriya mirovî heye, ji ber vê yekê jî, deriyê komkirina alîkariyê hatiye vekirin. 

Her wiha Rêveberiyê destnîşan kir ku kesên dixwazin alîkariyê bikin, dikarin serdana navendên Heyva Sor a Kurd ên li seranserî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bikin.

Berpirsên Heyva Sor a Kurd dibêjin ku ew dixwazin bibin pira ji bo gihandina alîkariyên mirovî ji xelkê Siweydayê re, ji ber ku ev herêma başûrê Sûriyeyê di şerekî dijwar re derbas bibû.

 

 

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24