QSD’ê li Dêrazorê serkirdeyekî DAIŞ'ê û 2 endamên wî girtin

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê ragihand ku li gundewarên Dêrazorê Tîma Operasyonên Leşkerî (TOL), bi hevkariya Koalîsyona Navneteweyî, operasyonek pêk anîne. Di encama operasyonê de serkirdeyê DAIŞ`ê yê bi navê "Ebû Zubêr/Semak" û du endamên wî hatine girtin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Şaneyên DAIŞ'ê di nava liv û tevgerê de ne û dixwazin xwe ji nû ve bi rêxistin bikin. QSD'ê li hember van hewldanên DAIŞ'ê operasyonan li dar dixe. 

Herî dawî QSD'ê ragihand ku li gundewarên Dêrazorê hêzên wan yên TOL'ê bi hevkariya Koalîsyona Navneteweyî, serkirdeyê DAIŞ'ê yê bi navê "Ebû Zubêr/Semak" û du endamên wî girtine. 

“Ev koma hat girtin yek ji şaneyên herî xeternak ên DAIŞ'ê ye”

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ev operasyon piştî şopandina bi baldarî ya tevgerên komê pêk hatiye.

Her wiha hat gotin ku ev koma hat girtin yek ji şaneyên herî xeternak ên DAIŞ'ê ye û berpirsiyarê piraniya êrişên li dijî QSD'ê ne. 

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku hemû delîlên ku ji şaneyê hatine desteserkirin, di nav de telefon û vîdeo jî heye beşdariya wan a rasterast di plansazkirin, pêkanîn û çavdêriya êrîşan de nîşan didin.

“Vî serkirdeyî zarokên malbatên DAIŞ’ê perwerde dikirin”

Di encama lêkolînan de hatiye tespîtkirin ku vî serkirdeyî operasyonên qaçaxçîtiyê û têkiliyên di navbera şaneyên DAIŞ'ê yên li kampa Holê de bi rê ve dibirin. 

Her wiha wî zarokên malbatên DAIŞ’ê yê bi navê “Eşbal El Xilafa” bi rêxistin û perwerde dikirin.

“Şaneyê piştgiriya derve jî wergirtiye”

Di daxuyaniyê de hat gotin ku şaneyê piştgiriya derve jî wergirtiye û wiha berdewam kir: 

"Armanca vê şaneyê ji nû ve aktîfkirina şaneyên rêxistinê, têkbirina ewlehiyê û dijwarkirina êrîşan bû. 

Di operasyonê de, yekîneyên me çek, cebilxane û teqemeniyên ji bo karanînê amade desteser kirin.

Bi vî awayî hêzên me hemleya ku rêxistinê amadekariya pêkanîna wê dikir têk birin.”

Di dawiya daxuyaniyê de QSD’ê piştrast kir ku vê operasyonê li Dêrazorê derbeyek giran li binesaziya DAIŞ`ê xistiye.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye