Li gorî zanyariyan, Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), Bafel Celal Talabanî, li Debaşan pêşwazî li Konsula Giştî ya Nû ya Îngilîstanê ya li Herêma Kurdistanê, Holly Vere kir.
Di civînê de geşedanên dawî yên siyasî, aborî û ewlehiyê yên navçeyê hatin guftûgokirin û Bafel Talabanî tekez kir ku helwesta YNK`ê hertim li ser bingeha diyalog û çareserkirina aştiyane ya hemû pirsgirêkan e.
Her wiha behsa hewlên ji bo pêkanîna kabineya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û pêwendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê hate kirin.
Her dû aliyan bal kişandin ser giringiya berdewambûna peywendî û hevahengiyê di navbera aliyên siyasî de da ku karibin bi ser kêşe û zehmetiyan de zal bibin.