Endamê Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan Dûran Kalkan di bernameyeke taybet a Medya Haber TV de rojev nirxand û bal kişand ser rûdanên siyasî yên dawî.
Kalkan diyar kir ku li ser derbasbûna "qanûna çarçoveyî" re çil roj derbas bûne, lê ji ber ku qanûn bi awayekî yekalî hatiye amadekirin û Rêber Apo û kadroyên sereke yên PKK'ê negirtiye nav xwe, di pêkanîna wê de xitimandin û pirsgirêkên hiqûqî derketine.
Kalkan destnîşan kir ku tu gavên berbiçav nehatine avêtin û her pêvajoyeke aştî, jinûve avabûn û çekdanînê bi mîsyona Rêber Apo û azadiya wî ya fîzîkî ve girêdayî ye, ji ber ku ew koordînatorê bingehîn ê vê pêvajoyê ye. Ji bo çareserkirina vê qeyranê, Kalkan bang li jin, ciwan û hemû derdorên demokratîk kir ku li ser bingeha azadiya Rêber Apo têkoşîn û çalakiyên girseyî li her qadê xurt bikin.
Kalkan di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser rûdanên dawî yên li Rojava, bi taybetî li Kobanê, û biryara rêveberiya Şamê ya qedexekirina perwerdeya Kurdî şermezar kir. Wî ev nêzîkatî û ferzkirina li ser zimanê dayikê wekî asîmîlasyon û "sûcê herî mezin ê li dijî mirovahiyê" bi nav kir û piştgiriya xwe ya tam ji bo berxwedana perwerdeya bi zimanê zikmakî diyar kir.
Li ser rewşa Îranê jî, Kalkan di salvegera serhildana "Jin, Jiyan, Azadî" de Jîna Emînî û hemû şehîdên şoreşê bi bîr anîn û destnîşan kir ku rejîma heyî êdî nikare statukoya sedsala 20'an biparêze, lewma yekane rêya rizgariya Îranê pergaleke azadîparêz û demokratîk e.
Kalkan di dawiya bernameyê de girîngiya rastiya şehîdan nirxand û di salvegerên wan de zanyarê Kurd Apê Mûsa, şehîdên Xakurkê û hevalê Riza bi minet û hurmet bi bîr anîn, û soza şopandina armancên wan nû kir.