Lezgin

Tûncer Bakirhan: Em ê di têkoşîna avakirina Tirkiyeke demokratîk de bi ser bikevin

reset font size increase font size

Tûncer Bakirhan: Em ê di têkoşîna avakirina Tirkiyeke demokratîk de bi ser bikevin

Hevserokê Giştî yê DEM Partî Tuncer Bakirhan, di bîranîna karsazên Kurd ên ku hatine qetilkirin de axivî û got: “Em ê di têkoşîna avakirina Tirkiyeyeke demokratîk de bi ser bikevin û soza ku me daye van hevalan bi cih bînin.”

Bîranîn goristana navçeya Avcilar a Stenbolê bû û Hevserokê DEM’ê Tûncer Bakirhan, Endama Şandeya Îmraliyê Perwîn Bûldan û malbatên şehîdan tevlî bûn.

Karsazên Kurd Savaş Bûldan, Adnan Yildirim û Haci Karay ên ku 31 sal berê hatibûn qetilkirin li ser gora xwe hatin bibîranîn.

Rûpelên tarî ya vî welatî hene  

Bakirhan di şexsê Savaş Bûldan, Adnan Yildirim û Haci Karay de kesên hatine qetilkirin bibîranî û got: “Di vî welatîde rûpelên tarî hene. Sûcdarên van rûpelên tarî jî têne zanîn. Kujer jî têne zanîn. Kurd, muxalîf, kesên ku ji bo nasname, bawerî, ziman, rûmet û têkoşîna gelê xwe rabûn ser piyan, hatin qetilkirin. Heta ku ev rûpelên tarî were ronîkirin û qatilê wan ji radestî edaletê were kirin emê ji bîr nekin.”

Qatilê wan diyar in

Bakirhan bibîrxist ku ev kesan ji ber ku Kurd bûn hatine qetilkirin. Bakirhan anî ziman ku Mehmet Agar jî li xwe mikur hatibû û gotibû ku; wan li vî welatî bi hezaran kes kuştine.    

Bakirhan axaftina xwe wiha domand: "Em soz didin ku em ê vê bişopînin. Ev têkoşîna ku 31 sal berê dest pê kir berdewam dike. Ger 30 salên din jî berdewam bike, em ê jî heman tiştî bikin."

Tûncer Bakirhan bal kişand li ser pêvajoyê jî û ev tişt anîn ziman: “Ev têkoşîn dê heta ku qatilên Savaş, Adnan, Hacî, Apê Musayan, Mehmet Sîncaran û bi hezaran hevalên me neyên darizandin berdewam bike. Heta ku ev qatil neyên ronîkirin, aştiya civakî dê neyê Tirkiyeyê.”

Em soz didin ku em ê têkoşîna hevalên xwe bi ser bixin

Bakirhan di dawiya axaftina xwe de wiha axivî: “Eşkere ye ku ew kesên ku Tirkiyê birêve dibin vê birînê pir baş dizanin; yek ji gavên herî girîng ên ber bi aştiyê ve rûbirûbûna bi rabirdûyê re ye. Ger dilsoziyeke rastîn hebe, gava herî girîng rûbirûbûna bi rastiyê re û ronîkirina rastiyê ye. Ez bi rêzdarî hemû hevalên ku beşdarî merasîma bîranînê bûn silav dikim. Em soz didin ku em ê têkoşîna hemû hevalên xwe yên ku jiyana xwe ji dest dane bi ser bixin, ez wan bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînim.”

 Rodî Bişeng

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24