Konferansa "Girîngiya Yekîtiya Kurd"

Rûniştina sêyemîn ya Konferansa "Girîngiya Yekîtiya Kurd" ku ji aliyê Însiyatîfa Yekîtiya Demokratîk ve li navçeya Bazîd a Agiriyê hat lidarxistin. Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir ku di konferansa li Bazîdê de axivî, diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gotiye dermanê Kurdan kongreya neteweyî ye û destnîşan kir ku çi dibe bila bibe ew kongre dê pêk were.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Bi pêşengiya Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk li Bazîdê ya navçeya Agiriyê bi dirûşma “Ji bo yekîtiyê ber bi aştiyê ve” “Konferansa Girîngiya Yekîtiya Neteweyî ya Kurd” hat lidarxistin.

Di rûniştina sêyemîn a Konferansa "Girîngiya Yekîtiya Kurd" de gelek nûnerên partî û saziyan beşdar bûn.

Konferans, bi moderatoriya Dîba Keskîn bi rêve çû. Li ser mijara “Hewceye Kurd Li Gel Van Geşedanan Çawa Tev Bigerin” guftûgo hate kirin.

Destpêkê berdevkê Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP) Sînan Çîftyurek axivî û anî ziman ku bila dewlet daxwazên kurdan pêk bîne.

Çîftyurek bal kişand li ser pêvajoyê û daxwaz kir ku hebûna gelê Kurd were qebûlkirin.

 

'Kurd li dijî perçebûnê têdikoşin'

 

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Cahît Kirkazak jî di konferansê de axivî.

Kirkazak bal kişand li ser mijara parçekirina Kurdan û anî ziman ku Kurd niha li dijî vê perçebûnê têkoşîna xwe didomînin. 

Kirkazak da xuyakirin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan niha pêşengtiyê aştiyê dike û got: "Hêza me Kurdan xîreta me ya girêdayî azadiyê ye."

 

 ‘Dermanê Kurdan kongreya neteweyî ye’

 

Hevserokê DBP’ê yê Giştî Keskîn Bayindir jî bal kişand li ser mijara kongreya netewî ya Kurdan û da zanîn ger Kurd bibin yek wê bibin hêza herî mezin a sêyemîn a Rojhilata Navîn û wiha pêde çû: 

"Parçebûn û nebûna yekîtiyê rê nade vê yekê. Birêz Ocalan dibêje ku dermanê Kurdan kongreya neteweyî ya Kurd e.

Çi dibe bila bibe, ew kongre dê di dawiyê de pêk were. Her çend 100 sal in di navbera me de zehmetî hebin jî, em ê bigihîjin vê rastiyê û Kurd dê bibin yek.

Bingehek ji bo yekîtîyê di navbera Kurdan de heye. Birêz Ocalan bernameyek pêşkêşî me dike, divê em nirxê wê bizanin û li gorî wê tevbigerin."

Piştî axaftinan konferans bi dawî bû.

 

 

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24