Di 27'ê Sibata 2025'an de, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan banga Aştî û Civaka Demokratîk a dîrokî kir, ji bo wê jî PKK'ê kongreya xwe ya 12'emîn lidarxist, xwe fesih kir û stratejiya têkoşîna çekdarî terikand.
Di 11'ê Tîrmeha 2025'an Hevseroka KCK'ê Besê Hozat tevî komek ji 30 kesî pêk dihat çekên xwe şewitandin.
KCK'ê: Nirxandinên Nêçîrvan Barzanî neyînî ne
Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK'ê, daxuyaniyek di derbara daxuyanî û nirxandinên neyînî yên serokê herêma Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî de da û diyar kir ku ew daxuyanî pêşketinên di derbar pêvajoya aştiyê de, red dike.
"Daxuyaniya Nêçîrvan mêjiyê dijberên çareseriyê dubare dike"
Komîteya Têkiliyên Derve ev daxuyanî qebûl nekir û eşkere kir ku Nêçîrvan Barzanî bi nirxandinên xwe yên neheq û berevajîkirina rastiyan, kete nava helwesteke neyînî ku ziman û mêjiyê dijberên çareseriyê dubare dike.
Komîteyê destnîşan kir ku axaftina bi argumanên dewleta Tirkiye xizmeta gelê Kurd û hêzên demokrasiyê nake.
"Nêçirvan dixwaza nîşan bide ku PKK li Rêber Apo guhdarî nake."
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Nêçîrvan xwest bi van daxuyaniyan îdîa bike ku nakokî di navbera Rêber Apo û tevgera me de heye û xwest nîşan bide ku PKK li Rêber Apo guhdarî nake.
ji bo serdana Neçîrvan jî KCK'ê vê nirxandinê kir: "Nêçîrvan Barzanî dikare bi Komara Tirkiyeyê re têkiliyê deyne. Lê belê rewşeke manîdar e ku vê daxuyaniya xwe ya neyînî beriya serdana Tirkiyeyê da.
Ev daxuyanî, paşverûtiya wî nîşan dide, lewma em vê daxuyaniyê red dikin û pêşkêşî hemû derdorên hesas dikin. Em hêvî dikin ku Nêçîrvan Barzani dev ji vê helwesta neyînî berde."
"9'ê cotmehê destpêka salvegera komploya navneteweyî ye"
Komîteya Têkiliyên Derve ji bo 9'ê Cotmehê jî nirxandin kir. KCK diyar kir ku 9'ê Cotmehê destpêka salvegera Komploya Navneteweyî ye û salvegera dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî ye.