Li Şarezur cotyaran dest bi dirûna maş û kunciyan kirine

Li Deşta Şarezur a bi ser parêzgeha Helebceyê re cotyaran dest bi berhevkirina berhemên xwe yên çandiniyê ya salane kirine, niha berhemê maş û kuncîyan didirûn.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Bi hatina demsala payîzê re li Deşta Şarezur cotyaran dest bi berhevkirina berhemên xwe yên çandiniyê kirine.

 

Niha li Şarezur cotyaran dest bi komkirin û dirûtina berhemê maş û kuncî dikin. Cotyar dixwazin beriya baran were berhemên xwe kom bikin, ji bo ku bikaribin zeviyên xwe bikêlin û carek din genim biçînin.

 

Di derbarê berhevkirina van berheman de Cotyarê bi navê Enwer Xoş û Borhan Necim nêrînên xwe bi Rojnewsê re parve kirin.

 

Enwer Xoş: Bi tirpane karê dirûtina maş û kuncî zûtir birêve diçe

 

Enwer Xoş li ser dirûtina berhemê maş û kuncî got ku ev kar bi amûrên wek derase û makîneyên pêşketî nayê kirin, bi tirpanê tê kirin û pêwîste kesên şareza tirpanê bikar bînin,ji ber ku kar bi tirpanê zûtir birêve diçe.

 

Xoş da zanîn ku Deşta Şarezur a li Başûrê Kurdistanê di warê çandiniyê de navdare, xwediyê xakek berhemdar û avhewayek xweşe. Ji bona wê her çar demsal jî cotyar li vê deştê berhemên cûr bi cûr diçînin, berhev dikin û dişînin bazarên Herêma Kurdistan û Iraqê.

 

Borhan Necim: Maş şeş caran tê avdan û di payîzê de tê dirûtin

 

Her wiha Borhan Necim yê ku li nava zeviyên xwe karê dirûtina maşan dikir diyar kir ku zeviya wî di demsala Havînê de genim bû, pişt re maş çandin û got: " Maş şeş caran tê avdan û di payîzê de çêdibe. Maş ji bo alifê pez û xwarina balindeyan tê bikaranîn.”

 

'Puş û giyayê maş wek alifê pez tê bikaranîn'

 

Necim destnîşan kir ku du cûrên maşan li deşta Şarezur tê çandin ew jî yên reş û keskin û wiha axivî: "Puş û giyayê her du cûran wek alifê pez tê bikaranîn. Maşên kesk jî bo xwarinê tê bikaranin û xwestekek zêde ya welatiyan li ser heye.”

 

 

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24