WELATIYÊN SEYID SADIQ NERAZÎBÛNA XWE NÎŞAN DAN

Li navçeya Seyid Sadiq a girêdayî Helebce li Herêma Başûrê Kurdistanê, daxwaz tê kirin ku berprisên Kurd ên li Bexdayê istîfa bikin, ji ber ku ev 72 roj in karmendên hikûmeta Herêmê mûçeyên xwe wernegirtine.

reset font size increase font size

Welatî û karmendên Seyîd Sadiq diyar kirin ku tiştek bi navê hikûmeta Herêmê nemaye û gotin: Ji ber hinek partî û berpirsan xelk bûne qurbanî ku 72 roj in mûçe wernegirtine.
 
Her wiha anîn ziman ku şandeyên ku diçin Bexdayê ti eleqeya wan bi gel û welatiyan re tune ye û daxwaz kirin ku serok û berpirsên Kurd ên li Bexdayê îstifa bikin. 

Welatiyên Seyid Sadiq destnîşan kirin ku ger rûmet li ser mûçeyê be, divê ew kesên ku nûnertiya Herêma Başûrê Kurdistanê li Bexdayê dikin mûçeyên xwe wernegirin û ger xwe wek hikûmet dibînin, wê tawîzan nedin Bexdayê, bila mûçeyên xelkê ji dahata navxweyî bidin.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24