Di 18’ê Kanûna 2026’an de, ji ber êrîşên hikûmeta veguhêz a Sûriyê, şêniyên ji Efrîn û Şehbayê yên li Tebqa û Reqayê, koçberî bajarên Qamişlo, Amûdê, Dirbêsiyê, Tirbespiyê, Çilaxa, Girkê Legê û Dêrikê bûn.
Alîkarî ji aliyê komeke ciwanan ve hat belavkirin
Bi armanca destekdayîna van koçberan, li zêdetirî 300 navendên ku koçber lê bicih bûne, alîkarî ji aliyê komeke ciwanan ve, hat belavkirin.
Ev koma ciwanan ji destpêka bicihbûna koçberan li Kantona Cizîrê û heta niha, rojane alîkariyan belav dikin.
Ciwan ji bo koçberan şev û roj di nava tevgerê de ne
Îbrahîm Rihê ku yek ji wan ciwanan e, got ku li gorî pêwîstiyên koçberan û alîkariya ciwanên din, şev û roj di nava tevgerê de ne.
Koma ciwanan destpêkê ji 6 ciwanan pêk dihat û paşê berfireh bû û her komeke ciwanan li bajarê xwe, li cihên ku koçber lê dimînin, digerin.
Ev alîkarî, ji xelkê derveyî welat, rêxistin û ekîban û hin xwediyên dikanan, têne berhevkirin.
Ciwan di nava komê de plansaziya alîkariyê ji hev digirin û li gorî wê tevdigerin.
Îbrahîm Rihê dibêje di nava komê de, ew bi tenê heta niha li zêdetirî 35 navend û malên ku koçber lê ne, geriyaye.
Bi giştî jî wan alîkarî daye zêdetirî 300 dibistanan, wekî pêwîstiyên xwarinê, şîrê zarokan, betanî û mazot.