Ji sî saliya xwe û pê ve, gava mirov pîr dibe, divê ew li ser baştirkirina bîranîna xwe bixebite da ku di pîrbûnê de jî bîranîneke xurt hebe.
Çend rêbaz û pêşinyar hene ku dikarin ji bo bidestxistina vê yekê werin şopandin.
Girîng e ku mirov birêkûpêk werzîşê bike, çalakiya derûnî biparêze, xewa têr bistîne, asta stres û fikaran birêve bibe, têkiliyên civakî biparêze û bala xwe bide xwarina rast.
Wekî din, li gorî raporek ku ji hêla `Indian Express`ê ve hatiye weşandin, xwarin û vexwarin hene ku dikarin bi taybetî piştî 30 saliya her mirovekî bibin alîkar ku bîr û balkişandinê baştir bikin. Ew jî ev in:
1. Masî:
Masîyên weke salmon, mackerel û sardîn ku ew bi asîdên rûn ên omega-3 dewlemend in ku piştgiriyê didin avahiya hucreyên mêjî û bîranînê baştir dikin.
2. Tûya şîn:
Tûya şîn yek ji xwarinên ku balkişandin û bîranînê baştir dikin û ew di rêza yekem de tê, ji ber ku ew bi antî-oksîdan dewlemend in ku mejî ji stresa oksîdatîf diparêzin û ragihandina di navbera şaneyên demaran de baştir dikin.
3. Gûz:
Gûz, di şiklê xwe de dişibin mejiyê mirovan, dewlemend in bi asîda docosahexaenoic (DHA), cûreyeke asîda rûn a omega-3 ye ku performansa mejî zêde dike.
4. Çîkolata Tarî:
Pispor pêşniyar dikin ku çîkolata tarî, bi taybetî ya ku %70 kakao tê de heye, were hilbijartin, ji ber ku ew di heman demê de ji flavonoîd, kafeîn û antî-oksîdan jî dewlemend e ku fokus û hişyariya derûnî zêde dikin.
5. Zerçûbe:
Kurkumîna di zerçûbeyê de dikare ji astengiya xwîn-mejî derbas bibe, iltîhabê kêm bike û rewşa giyanî baştir bike.
6. Tovên Kungûyê:
Tovên kungûyê bi feydeyên xwe yên tenduristiyê yên giştî têne zanîn û bi taybetî ji bo bîranîn, fêrbûn û balkişandinê sûdmend in, ji ber ku ew bi hêmanên bingehîn ên wekî çînko, magnezyûm û hesin dewlemend in.
7. Sebzeyên Pelî:
Xwarina sebzeyên kesk ên pelî wekî mertaleke parastinê ji bo şiyanên têgihiştinê tevdigere. Ew bi asîda folîk, vîtamîna K û antî-oksîdan dewlemend in ku kêmbûna têgihiştinê bi temen re hêdî dikin.
8. Çaya Kesk:
Çaya kesk, rêjeyên bilind ên L-theanine û caffeine dihewîne ku bi hev re dibin alîkar ku hişyarî, konsantrasyon û aramiya derûnî baştir bikin.