Di maça ku li Monterrey a Meksîkayê hat lîstin de, taximê Neteweyî yê Îraqê di deqeya 10'emîn de bi gola Elî Hemmadî bi pêş ket, lê Moisés Paniagua di deqeya 38'emîn de ji bo taximê Neteweyî yê Bolîvyayê 1-1 wekhev kir.
Eymen Husên di nîvê duyem de, gola serketinê anî û Îraq bû taximê 48'emîn ê Kûpaya Cîhanê ya 2026'an a ku wê li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, Kanada û Meksîkayê were lidarxistin.
Taximê Neteweyî yê Îraqê piştî Kûpaya Cîhanê ya 1986'an cara duyem beşdarî Kûpaya Cîhanê dibe.
Infantino, di vîdeoyekê de ku li ser hesabê xwe yê Instagramê parve kir, got:
''Çi serkeftineke mezin ji bo Îraqê. Pîroz be ji bo beşdarbûna Kûpaya Cîhanê ji sala 1986`an û vir ev cara duyem di dîroka we de hûn beşdar dibin.
Em gelek kêfxweş in ku Îraq vedigere qada futbolê ya herî mezin a cîhanê.
Sebir, biryardarî û jêhatîbûna wan a futbolê bê guman nîşan dide.''
Taximê Neteweyî yê Îraqê dê di qonaxa grûpê ya Kûpaya Cîhanê ya 2026'an de ligel taximên Neteweyî yên Fransa, Senegal û Norwêcê di Koma Nehemîn de pêşbaziyê bike.