Barcelona Newcastle United têk bir û derbasî çaryekfînalê bû

Duh maçên ku ji bo play-offa lîga şampiyonan dihatin lîstin bi 4 maçan bi dawî bûn. Di heman demê de bernameya çaryekfînala Lîga Şampiyonan hate zelalkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

 

Barcelonayê roja çarşemê li stadyoma xwe ya dîrokî "Camp Nou" mazûvanya Newcastle United kir û bi avantajek ecêb wan têk bir.

Piştî ku maça yekem li St. James' Park bi 1-1 wekhev bi dawî bû barcelona bersiv bi 7 golan li hember 2 vegerand.

Golên ku ji bo Barcelonayê hatin tomarkirin; ji hêla Rafinia 6 û 72, Mark Bernal 18,  Lamin Yamal 45û 7, Fermen Lopez 51, Robert Lewandowski 56 û 61.

Di heman demê de golên ku lîstikvanên ji bo taxima xwe tomar kirin jî wiha ne: Anthony Ilanga di xuleka 15 û 28'an de avêtin.

Bi vê serkeftinê, Barcelonayê bi encama giştî ya 8-3 cihê xwe di çaryekfînalê de misoger kir.

Di çaryekfînalê de, Barcelona dê bi serketîyê maça di navbera Atletico Madrid û Tottenham Hotspur de rû bi rû bibe.

 

Liverpool bi 4 golan Galatasaray têk bir

 

Li aliyekî din jî maça di navbera Galatasaray û Liverpool de bi encama 4-0 bi serkeftina Liverpoolê qediya.

Di xuleka 25'an de lîstikvanê taxima Liverpool Dominic Soboslay perdeya golan vekir.

Piştre 3 golên din ji hêla hevkarên wî hatin tomar kirin ew jî wiha ne Hugo Eketiki 51'an de, Ryan Gravenberch 53'an de û Mohamed Salah di xuleka 62'an de skora maçê bi dawî kir.

Her wiha bûyerek di dema maçê de çêbû lîstikvanê taxima Galatasaray Noah Lang deyn dema ku destê lîstikvan li panoyek reklamê ya li kêleka qadê ket, di encamê de beşek ji tiliya wî ya rastê hat qutkirin.

Her wiha du maçên din jî hatin lîstin ew jî wiha ne:

Tottenham Hotspur - Atletico Madrid : 3 – 2

Bayern Munich - Atalanta : 4 - 1

Bi dawîbûna van maçan bernameya çareyekfînalê hat xuya kirin ew jî bi vî rengî ye.

Maçên yekem dê di 7 û 8'ê nîsana 2026'an de werin lîstin wiha ne:

 

bernameya çaryekfînalên lîga şampiyonan ev in:

Sporting Lisbon li hember Arsenal

Barcelona li hember Atletico Madrid

Paris Saint-Germain li hember Liverpool

Real Madrid li hember Bayern Munich

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye