Erzurum BB bi sê golan Hatayspor têk bir

Di çarçoveya gera 31'ê ji Lîga 1'ê ya Trendyolê ya Tirkiyê de duh 5 maç hatin lîstin. Di heman demê de bi lîstina van maçan rêzbendî hat guhertin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Maça di navbera taxima Erzurum BB û Hataysporê li stadyuma "Kazim Karabekîr " bi beşdarbûna 23,700 temaşevanan hate lîstin.

 

Maç, di nîvê yekem de şahidî kelecaneke mezin kir ku sê gola ji hêla taxima Erzurum BB ve hatin tomarkirin.

 

Di xuleka 30'ê de Rakhim Chaadaev perdeya golan vekir.

 

Di xuleka 43'an de Martin Rodriguez gola 2'emîn qezenc kir û nîvê yekem ji maçê bi encama 2-0 bi  bi serdestiya Erzurum BB bi dawî bû.

 

Di nîvê duyem de tevî ku taxima Hataysporê hewil dida, lê ti gol neavêtin. Di heman demê de dîsa lîstikvanê Erzurum BB beriya ku maç biqede di xuleka 90+1'an de gola sêyemîn û ya serkeftinê tomar kir.

 

 

Maça di navbera Sakaryaspor û VanBB bi 2-1 qediya

 

 

Di heman Lîgê de duh maçeke din hate lîstin ew jî di navbera Sakaryaspor û Van BB de bi encama 2-1 bi serkeftina Sakaryaspor bi dawî bû.

 

Di xuleka 30'î de lîstikvanê Sakaryaspor Mohamed Cherif Al-Hassan Fofanave gola yekem avêt.

 

Piştre lîstikvanê taxima Van Santeri Hostikka di xuleka 62'an de golek avêt û encam wekhev kir.

 

Beriya ku maç biqede lîstikvanê Sakaryaspor Ruan di xuleka 90+4'an golek avêt û skora maçê bi 2-1 qedand. 

 

Lê Ruan piştre bi xulekekê bi kerta sor ji qadê hat derxistin.

 

Ji bilî van maçan 3'ê maçên din jî hatin lîstin, ew jî wiha ne:

 

Sivasspor 1-0 Umraniyespor

 

Sariyer 3-1 Keciorengucu

 

Amedspor 2-0 Manisa

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye