Jannick Sinner turnuvaya tenîsê ya Monte Carlo qezenc kir

Jannick Sinner di tûrnûvaya tenîsê ya Monte Carlo Masters de ku pêşbirkek 1000 xalan e û li ser kortên axê tê lîstin li hember Carlos Alcaraz, bi ser ket.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

 

Maça di navbera Sinner û Alcaraz de, di 2 saet û 15 xulekan berdewam kir.

Sinner di 2 setên li pey hev bi encamên 6-7 û 7-5 Alcaraz têk bir.

Jannick Sinner ê 24 salî, bi vî awayî 3'emîn şampiyoniya xwe ya sezona heyî û 27'emîn şampiyoniya xwe ya profesyonel heta niha bi dest xist.

Ji bilî bidestxistina şampiyoniyê, piştî ku şampiyoniya Monte Carlo Masters 1000 ji Carlos Alcaraz bi dest xist.

 

Sinner di ATP'ê de yekem cih girt

 

Jannik di rêza yekem a rêzbendiya cîhanê ya ATP-ê de jî dîsa cih girt.

Sinner û Alcaraz di du salên dawî de cara 4'emîn e ku rêza cîhanê diguherînin û tu lîstikvanek din nêzîkî şikandina vê dupolê nebûye.

Jannick Sinner bi 13,350 puanan di rêza yekem de cih girt û ji Alcaraz ku xwedî 13,240 puanan e derbas bû.

Piştî wî Alexander Zverev ê Alman bi 5,595 puanan di rêza 3'emîn de ma.

Bi vegera xwe bo serê rêzbenda cîhanê, Sinner di hejmara hefteyên ku li serê rêzbendê derbas kiriye de pêşengiya li ser Alcaraz misoger kiriye.

Her du lîstikvan vê hefteyê bi 66 xalan di rêza yekem de dest pê kirin, lê Sinner dê pêşengiyek rehet bi dest xist.

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye