Di artêşa Awustralyayê de cara yekem jinek bû fermandara giştî

Li Awustralyayê Susan Coyle weke yekem jin di dîroka artêşê de bû fermandara leşkerî ya payebilind.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Wezîrê Parastinê Richard Marles, biryara tayînkirinê ragihand û ev yek wekî "gaveke dîrokî" bi nav kir.

Wezîr Marles destnîşan kir ku ev tayînkirin ji bo nûnertiya jinan di artêşê de gaveke girîng e.

Susan Coyle di heman demê de yekem jina ku wê fermandariya şaxên hêzên çekdar bike.

Susan Coyle ku xwedî ezmûna leşkerî ya nêzîkî 30 sal in, li Giravên Solomon, Efganîstan û Rojhilata Navîn xizmet kiriye.

Susan Coyle bi pisporiya xwe ya di şerê sîber, çekên bêmirov û şiyanên leşkerî yên menzîlên dirêj de derketiye pêş.

Susan Coyle diyar kir ku ev tecrûbe ji bo bicih anîna peywirên xwe zemînek xurt ava dike.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye