Agirbesta 32 saetan a di navbera Rûsya û Ûkraynayê ya bi boneya cejna Paskalayê bi dawî bû.
Hêzên hewayî yên Ûkranyayê ragihand ku Rûsyayê 98 mûşek avêtin û 87 ji wan hatin xistin.
Wezareta Parastinê ya Rûsyayê jî ragihand ku wê di heman demê de 33 dronên Ûkraynayê xistin.
Agirbesta ji hêla Serokê Rûsyayê Vladimir Putin ve ji bo Cejna Paskalyayê di 11´ê nîsanê de, dest pê kir û biryar bû ku heta dawiya 12´ê nîsanê bidome.
Ev agirbest jî hat binpêkirin.
Duh Ûkraynayê eşkere kir ku Rûsyayê ji duh ve 2 hezar û 299 caran agirbest bin pê kiriye.
Wezareta Parastinê ya Rûsyayê jî bi daxuyaniyekê diyar kir ku Rûsya û Ûkraynayê duh 175 dîlên şer pev guhertin.