Tevî ku di navbera Çîn û Amerîkayê de lihevkirinek heye, zêdebûna daxwaziya petrolê bûbû sedema geşbûnê.
Li aliyê din jî ji ber ku OPEC`ê bêtir petrol dane bazarê, bandora erênî ya rêkeftinê kêm bû.
Piştî vekirina bazarên Asyayê, buhayê bermîlek nefta xam a Brent a Deryaya Bakur îro bi 14 sentan daket û gihîşt 65 dolarî û 58 sentan.
Buhayê petrola sivik a West Texas ya Amerîkayê jî 19 sentî daket û gihîşt 61 dolar û 22 sentan ji bo bermîlekê.
Bankeya ANZ a Awistralya û Zelandaya Nû bi daxuyaniyekê diyar kirin ku bazirganên petrolê li benda civîna di navbera Trump û Xi Jinping de ne.